ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya hebûna vîna cîhanî ji bo têkoşîna dijî kokên zêdegaviyê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina viya ku pêwîstiya hebûna vîna cîhanî ji bo têkoşîna li dijî kokên zêdegaviyê zêdetir ji her demeke din li cîhana îroyîn tê hiskiirn, got: Mirovê îroyî hewcedar û xwazyarê cîhanekê ye ku ghel li kêleka hev bin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li koma mamoste û xwendekarên zanîngeha dewletî ya Moskoyê (MGV) li merasimekê piştî wergirtina doktoraya şanaziyê ya vê zanîngehê, bi gotina viya ku lawazbûna desthilata welatên rojavayî û bidawîhatina pawanxwaziya mal û heyitiyê, derfetek dîrokî ji bo avakirina binyatên cîhaneke teze ye, destnîşan kir: Niha vîn û iradeya cîhanê ji bo têkoşîna li hemberî kom û esasên tundî û zêdegaviyê pêwîst e.

Serokomarê Îranê tevî pêgiriya li ser viya ku Pêkanîna Tirsa Ji Îslamê, nijadperestî û ramanên tekfîrî, kokeke xwe ya hevpar hene, bi bîr xist: Cîhan divê ku neçariyê bike biajrtin, sepandinê bike tehemulkirin, heqaretkirinê bike rêzgirtin û tundî û zêdegaviyê jî bike qencîkirinê.

Hesen Rûhanî ku li ser vexwendina fermî ya Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê berêvariya duşemiyê gihîşte Moskoyê, piştî vê rêûrismê, dê bi serokomarê Rûsiyê ra têkeve gotûbêjên fermî û wê du alî peywendiyên duyalî, navçeyî û navneteweyî yên du welatan hilkolînin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvariya duşemiyê jî tev Dîmîtrî Mêdvêdofê serokwezîrê Rûsiyê ra hevdîtin pêk anî.

Başa dön tuşu