Amadebûna Îranê jibo hevkarîya navokî ligel welatên navçê
Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê îro li civîna salê ya Civata Cehanî ya Navokî li bajarê Londonê herviha got: Li gor hezkirina welatên derdora Kendava Farsê jibo berfirekirina enerjîya navokî, Têhran jibo pişkdarî û hevkarîyê û raberkirina tecrubeyên vî warî bo welatên navçê amade ye.
Salihî herviha got: Bi berfirebûna hevkarîyên navnetewî yên Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê ligel welatan û xwedanên pêşeyên navokî, şîrketên ku hez bikin jî dikarin li projên navokî yên Îranê pişkdarî û hevkarîyê bikin.
Alîkarê serokê Komara Islamî ya Îranê li dewama xeberdana xwe behsa armanca Îranê ya berhemanîna 20 hezar MGV ceryana navokî kir û got: Jibo serêxwegirtina vê armancê bilî hêzgeha Bûşêhrê, Îranê di çend rojên buhurî da peymaneke nû jibo damezirandina 2 hêzgehên nû bi Ûrsêtê ra wajo kirîye. Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li ser giringîya bikaranîna enerjîya paqij a navokî jibo armancên pêşxistinê li welatên cehanê sekinî û hevkarîyên Îranê û welatên xwedîyê pêşeya navokî yên cehanê nemaze piştî rêketinama navokî şirove kirin.
Salihî herviha got: Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê enerjîya navokî li warê çêkirina vaksen û dermîn û çêtirkirina berhemanîna hasilên cotkarîyê bi kar tîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)