ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadebûna serokkomar û desteya wezîran li merqeda Îmam Xumêynî (RE)

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tev hejmarek ji wezîrên xwe vê sibê sêşemiyê, li yekim bernameyên xwe piştî serketina li hilbijartinên serokkomariyê û piştî hevdîtina tev rêberê giranqedr ê inqilabê bi amadebûna li tirba paqij a Îmam Xumêynî(R) soz û peymanên xwe tev aramncên xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê nû kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, serokkomar herwiha  bi amadebûna  ser gorna  şehîdên  7`ê meha Tîrê, 8`ê Şehrîwerê û goristana şehîdan li Goristana Zehrayê ya Têhranê rêz li şehîdên Inqilaba Îslamî bitaybet şehîdê mezlûm ayetullah Dr. Bihiştî girt û pesna camêrtî û fidakarîya wan dan.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha  salroja  azadkirina Xurmeşehrê pîroz kir û got: 3`yê Xurdadê roja serketina  viyana  heq a rezmendeyên Îslamê li hember destdirêjiyê bû.

Sibê, 3 Xurdadê (24`ê Gulanê), salroja  azadkirina Xuremşehrê di sala 1982`an de roja ku Xuremşehr ji aliyê hêzên îranî hat azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu