ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadebûna tam a dewleta Îranê ji bo rawestana li ber boykotên yekalî yên Amerîkayê

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê armanca dijminan ji bikaranîna boykotan li dij netewê Îranê, çêkirina alozî û bêserûberî di nav pêvajoya kirîna kalûmelan ji derve de nirxand û got: Dijmin dixwazin bi çêkirina aloz û bêserûberiyê di nav ticareta me ya derve de ji me re li warê dabînkirina kelûmelên sereke û pêwîst ên xelkê astengiyan çê ke ku qet nikarin bigihêjin vê armanca xwe.

Li gor nûçeya IRNA, Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê Îshaq Cîhangîrî şeva çûyî li rûniştina hilkolandina pirsgirêkên Gumrukî yên Îranê ragihand ku dewleta Komara Îslamî ya Îranê ji bo rawestana li ber boykotên yekalî yên Amerîkayê tam aamade ye û got: Li civîn û rûniştinên curbicur û bi dû hev ên erkantiya Rawestana li ber Boykotan ê li civînên Konseya Bilind a Hevahengiya Aborî ya serokên sê Teşkîlatên Birveberiya karên  sêcurî yê Welêt, biryarên guncaw hatine dayînê da ku pêvajoya kirîna kelûmelan ji derve li her rewşekê bêastengî berdewam bike.

Başa dön tuşu