LubnanNûçeRojhilatanavin

Amadetiya artêşa Lubnanê li sînorê bi Filistîna dagirbûyî ra

Artêşa Lubnanê piştî liv û tevegrên eskerên Rejîma Siyonîstî li sînorê Lubnanê û erdên dagirbûyî derket rewşa amadetiyê.

 Li gorî rapora Fars News`ê, Eskerên Rejîma Siyonîstî roja Yekşemiyê hewl dan bêyî hizûra tîma lêkolîna teknîkî ya artêşa Lubnanê cixîza şîn li hember gundê Mîs Cebel li başûrê Lubnanê nîşan bikin.

Li gorî rapora beşa raghandinê ya  El-Elam El-Herbî piştî amadetî û hizûra berfireh a artêşa Lubnanê li Mîs Cebelê, eskerên Rejîma Siyonîstî neçar man paşde vekişin.

Cixîza şîn sînorê Lubnan û Filistîna dagirbûyî kivş dike.

Ev cixîza ji aliyê Rêxistina NY va piştî vekişyana  Rejîma Siyonîstî li sala 2000`an  û kutakirina 22 salan dagirkirina  başûrê Lubnanê hat resmandin.

Başa dön tuşu