ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Amadetiya gelê Yemenê ji bo sekinîna li hemberî komployên dijminan

Serokê Tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê li ser amadetiya gelê vî welatî ji bo şerê li dijî dijminan û komployên wan pêgirî kir.

Li gorî rapora roja îniyê ya ajansa nûçeyan a Fars News`ê, serokê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê, Evdilmelik Husî ragihand: Gelê Yemenê ewqas ku ji bo pêkhatina aştiyê li vî welatî amade ye, ewqas jî amade ye ku li hemberî dijminan û komployên wan bisekine.

Evdilmelik Husî her viha got: Taxima neteweyiya Yemenê li gotûbêjên Kuwêytê her rêkara ku mimkin e, ji bo çareseriya qeyrana Yemenê bikêr bê, raber kiriye. Lê taxima Riyazê zêdexwaz e û bi kiryarên xwe dixwaze gelê Yemenê xwe teslîm bike.

Seokê tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê tevî hişyarkirina Erebistanê û hevpeymanên wê destnîşan kir: Gelê Yemenê bi amadetiya tam wê li hemberî pirsgirêk û gefan li ber xwe bide.

Evdilmelik Husî her viha ji gelê Yemenê xwest ku bi xurtkirina yekîtiya xwe li hemberî komployên dijminan hişiyar bin.

Erebistana Siûdiyê bi hevpeymaniya hinek ji weklatên ereb û piştgiriya Amerîkayê ji 26`ê Adara 2015`an va ji erd û esmên va Yemen daye ber êrîşên xwe.

Bi hezaran yemenî ji wan jin û zarok ji ber destdirêjiya hevpeymaniya destdirêjkerên ereb bûne gorî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu