IraqNûçeRojhilatanavin

Amadetiya Heşda Şebî ji bo operasiyona azadkirina Mûsilê

Hevdem ligel fermana serokwezîrê Iraqê, bi hezaran kes ji hêzên Heşda Şebî xwe gihandin bajarê Remadiyê li rojavaya Iraqê taku beşdarî opeêrasiyona rizgarkirina Mûsilê li bakûrê vî welatî bibin.

Çavkaniyeke ewlehiyê li Iraqê qala gihîştina 5000 kes ji hêzên Heşda Şebî (hêzên seferberiya gelanî) tev çekên giran bo bajarê Remadiyê û bicihbûna wan li navçeyên bin kontrola hêzên iraqî ji wan El-Bûziyab, Hamiziye û Bûîseyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu