ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadetiya pedafenda hewayî ji bo berevaniya ji sînorên bakûrê rojhilata Îranê

Li gorî rapora IRIB News`ê, emir sertîp Ferzad Ismaîlî, fermadarê pêgeha hewayî ya Xatem El-Enbiyayê (S) ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, roja pêncşemiyê li rêûrisma serdana navçeya Pedafenda Hewayî ya bakûrê rojhilata Îranê (Imam Riza (S)) li Meşhedê got: Stratêjîkbûn û hebûna bargeha pîroz a Imam Riza (S) li vê navçeyê, yek ji hegerên girîngiya berevaniya hewayî li vê navçeya Îranê ye.

Emîr sertîp Ismaîlî, pêgîrî kir: Navçeya Pedafenda Hewayî ya bakûrê rojhilata Îranê li babetên radarî, mûşekî û alavên pedafenda hewayî, di rewşeka baş da ye û morala hêzên vê navçeyê pirr baş e.

Navçeya Pedafenda Hewayî ya bakûrê rojhilata Îranê, yek ji navendên herî girîng ên berevaniya hewayî ya Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu