IraqNûçeRojhilatanavin

Esedî derbarê serdana hevpeymaniya Fetih a Kurdistanê de daxuyaniyek da

Berdevkê hevpeymaniya Fetih bi daxuyaniyekê derbarê serdana şanda bilind a hevpeymaniyê bo herêma Kurdistanê da.

Rêveberê payebilind û berdevkê hevpeymaniya Fetih Ehmed Esedî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, hemû hevdîtinên şandeyê li Hewlêrê erênî û bi berhem bûn û herwaha gelek fikir û nêrînên nêzîkî hev hebûn.’’

Ehmed Esedî got, li gel rêveberiya kurd em rêkeftin li ser berdewam kirina guftûgoyan û li gor destûrê bi armanca geheştina projeyek hevbeş bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê.

Roja înê 06.07.2018ê şandeke hevbeş a Hevpeymaniya Fetih û Hevpeymaniya Dewleta Yasa serdana bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê kir.

Şande li gel Serok Mesûd Barzanî û rêveberiya PDKê û YNKê civiya.

Başa dön tuşu