ÎranNûçeRojhilatanavin

Amadetiya tam a hêzên çekdar ên Îranê

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, got: Hêzên çekdar ên Îranê, bona şerrê giran, bi tamî amade ne.

Emîr Deryadar Hebîbullah Seyarî, qumnadê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemê li rêûresmekê li Meşhedê (li bakûrê rojhilata Îranê ) herwiha got: Hêzên çekdarê ên Komara Îslamiya Îranê, roja îro bi hebûna hêza îman û jordabirina wê, roj bi rojê amadetiya xwe zêde dikin û morala şehîdbûnê û morala xwe ya şerrkirinê jorda dibin û xurt dikin.

Emîr deryadar Seyarî, destnîşan kir: Piştî serketina Înqilaba Îslamî, istikbara cîhanî ku berjewendiyên xwe yên li navçeyê ji dest dabû, bû dijminê pergala Komara Îslamiya Îranê û bi şerrê giran û nerm bi Înqilaba Îranê re şerr kir.

Deryadar Seyarî herwiha got: Armanca dijmin ya li şerrê nerm, serdestiya li ser mêjiyan, raya malbatan, xortan û guhertina şêwaza jiyanê û kişandina wan a ber bi welatên rojavayî ye.

Qumnadê hêza deryayî ya artêşa Îranê, destnîşan kir: Wisan ku serbaz û qumnadên şerrê giran, leşker û hêzên çekdar in û hertim hewl didin ku asta amadetiya xwe xurt bikin û jorda bibin, divê li şerrê nerm jî, malbat û zarokên wan hewl bidin ta ku şêwaza jiyana wan, nekeve ber bayê guhertinên xirabker. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu