ÎranNûçeRojhilatanavin

‪‎Îran‬, amadehiyê dike ku hisabê 63 salan ji ‪Amerîkayê‬ bipirse

Li gorî nûçeya ajansa IRNAyê, Parlamentoya Îranê ji bo ku Tehranê 63 salan ji dijminantiya Amerîkayê zirareke mezin ditiye amadehiyan dike ku dozê li rêvebiriya Washîngtonê veke.
Pêşnûmaya ku çûna lijneya giştî ya parlamentoyê ji 290 parlamenterên ku amade bûn 181 kesî erê kir. Bi vê biryarê Îran dê bikaribe li dadgeha navneteweyî dozê li dijî Amerîkayê veke.

Ev biryara parlamentoya Îranê piştî ku Amerîkayê dest danîbû ser 2 milyar dolarê wê hat derxistin. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî derbarê biryarê de ragihand ku em ê nehelin bi hêsanî ev pereyên ku aîdî Îranê ne di gewriya Amerîkayê de derbas bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu