Fermandê hêza hewa-fezayê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî li bara amadetiya tam a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê jibo rawestana li hember her cûre gefekê agahî da.
Li gorî rapora IRNA`yê, serdar sertîp Emîrelî Hacîzade fermandê hêza hewa- fezaya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li kêleka mersima Rijeyê bi munasibeta destpêbûna Heftiya Berevaniya Pîroz li nav koma nûçegihanan li Têhranê got: Hêzên çekdar ên Îranê bi amadetiya tam li hember her cure gef û himaqetekê ji aliyê dijminan dê bi tundî rawestin.
Fermandê hêza hewa-fezaya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî gelê Îranê xatircem kir ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li ser fermana fermandê giştî yê hemî hêzan berdewam pêvajoya jordebirina hêza berevaniyê bi hêz û qawet didomînin.
Serdar sertîp Hacîzade bal kişand ser nimandina sîstim û kelûmelên pêşketî yên mûşekî û radarî û berevaniyê li mersima Rijeya hêzên çekdar û tekez kir: Sîstima mûşekî ya erd bi erdê ya dûrmenzîl ku heta dawiya rê tê birêvebirin bi navê `Îmad`ê, sîstima mûşekî ya bi ardûya hişk a `Zulfeqar`ê bi dûrmenzîliya 750 kîlomitrê, sîstimên pêşketî yên xwecî yên berevaniya hewayî yên hêza hewa-fezaya Sipahê ku sîstima berevaniyê ya `Sêyema Xûrdadê`, `Reid` û `Tebes`ê û sîstima `Seyad-2`ê digire ber xwe, ji van sîstim û amoran in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)