Amadetiya Xaça Sor a cîhanî ji bo alîkariya bo derxistina xelkê sivîl ji navçên aloz ên Sûriyê
Komîta navneteweyî ya Xaça Sor bi daxûyaniyekê amadetiya xwe ji bo hevkariya li operasyona derxistin û valakirina mirovdosatne ya xelkê sivîl li Sûriyê, ji aliyê hemî aliyên têkldar li vî welatî xwest ku bila qanûn û pîvanên têkildarî operasyonên bi vî reng biparêzin.
Li gorî rapora ISNA`yê,nivsîgeha navendî ya komîta navneteweyî ya xaça sor li Jinêvê bi daxûyaniyekê têkildarî rênimûniya berpirsên operasyona derxistin û valakirina mirovhezane ya xelkê sivîl ji Xûteya rojhilat, Efrînê an her ciheke din li Sûriyê, daxwaza parastina qanûn û pîvanên mirovheziyê yên li bara operasyonên bi vî rengî kir.
Li gorî vê daxûyaniyê, hemî aliyên têkildar divê her tim û bi taybet di dema operasyna valakirina û veguhestinê, rêzê bigrin ji xelkê sivîl û ji her kesê beşadriya wan a rasterat li van kêşe û gêreyan tine.