CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amano: Emerîkayê hîn ti peywendî û gotûbêjek ser hevhatina navokî tinebûye

Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê got ku dewleta nû ya Emerîkayê hîn ti peywendî û gotûbêjek tev wî û ajansê li bara hevhatina navokî ya Îarn û koma 5+1 ê nebûye.

Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya  Enerjiya Atomê ku sefera şahnişînên hevgirtî yên ereban kiriye, roja sêşemiyê li gotûbêja  bi Associated Pressê re got : Ajans bi Emerîkayê re berdewam di peywendiyê de bûye û dewleta Doanld Trump hîn peywendiyek tev min û rêxistinê jibo şêwirîna li bara dilgiraniyên xwe  negirtiye.

Amano got ku  li bendê ye dewleta nû ya Emerîkayê bi zûtirkê peywendiya rasterast bi ajansê re çê bike.

Donald Trump serokomarê Emerîkayê li prosa hevrikiyên hilbijartian xwe gotibû ku dê hevhatinama navokî bidirîne û tim  vê hevhatinê weke  hevhatineke  xirab bi nav kiriye .

Wî her wiha  li yekim  kiryarên xwe piştî çûyîna nav koşa sipî fermana qedexetiya  demkî ya çûyîna  welatiyên heft welatên misilman ji wan Îranê da ku rastî berteka tund a civaka navneteweyî û rayedarên hin welatan hat .

Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya  Enerjiya Atomê li dewamê got ku wî bi Îranê re ser gotinên Trump neaxftiye, herçend ku îranî berdewam tev rayedarên ajansê di têkiliyê de bûne.

Yokiya Amano rêveberê giştî yê Ajansa navneteweyî ya  Enerjiya Atomê destnîşan kir: Hevhatinnama navokî ya Îranê û koma 5+1ê hema  cih tê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu