ÎranNûçeRojhilatanavin

Amano: Îranê sozên xwe cih anîne

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) careka din pêkutî kir ku Îranê sozên xwe yên têkildarî rêketinama navokî ya ligel Koma 5+1`ê cih anîne.

Yokîyo Amano rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA) şeva buhurî li civîna nivîsgeha hevedengîya Konseya Akadêmîk a NY (ACUNS) li bajarê Vîyenê got ku raporên rêkûpêk û berdewam ên wî sala buhurî dane ber destê Konseya Hikimdarên IAEA`yê nîşan didin ku Îranê sozên xwe cih anîne.

Amano roja duşemê 16`ê Çile jî hevgavê yekemîn salroja destpêkirina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ragihand ku Îranê li gorî sozên xwe, di dema kifşkirî da santrîfîyûj û jêrxanên zêde li navendên navokî ji kar derxistine.

Hevgavê salvegera destpêbûna cihanîna rêketinama navokî, li halekî ku Donald Trump serokomarê bijartî yê Amerîkayê gotinên neberaqil li dijî rêektinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê hilêdixe, rayedarên ewropî li hemberî wî bertek nîşan dan û bi gotina “ neya mezin“ li hemberî Trump, piştgirî dan rêketinama navokî ya ligel Îranê.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu