ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Berteka Îranê li hember derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî wê ji bo Waşîngtonê nexweş be

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Eger Amerîka biryar bide ku ji Lihevkirina Navokî derkeve, wê bertekekê ji aliyê Îranê û civaka cîhanî ve bibîne ku qet wê kêfa wê jê neyê.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya îranê, roja sêşemiyê li dawiya sefera xwe ya bo Duşenbeya paytexta Tacîkistanê, bona beşdariya li civîna 23`an a Konseya Wezîrên Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Aborî ya ECO`yê, li koma nûçegîhanan li ser hitmala derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranêparêzvaniya berjewendiyên xwe yên netewî dike û divê berjewendiyên Îranê yên ji ber Lihevkirina Navokî werin parastin.

Serokê sîstima dîplomasiyê ya Îranê, li ser nihêrîna Ewrûpayê ya li bara Lihevkirina Navokî, got: Niha biryara giştî ya li Ewrûpayê eva ye ku Lihevkirina Navokî nayê gotûbêjkirin û mijarên din jî têkiliya xwe bi Lihevkirina Navokî re tunene û li vê mijarê jî amerîkî tam ketine ber tecrîdê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha bal kişand ser vê yekê ku Têhran dijî çawaniya serederiya ewrûpiyan li navçê ye û van nakokiyên bi ewrûpiyan re jî ragihandine wan û got: Mixabin ewrûpî bi awayekî giştî ev îmkan tunebûne ku siyasetên xwe yên nvaçeyî ji Amerîkayê cida bikin û seiyasetên serbixwe bigirin ber xwe.

Zerîf, li bara Civîna Wezîrên karên derve yên Rêxistina Hevkariya Aborî ya ECo`yê got: Di vê civînê de çalakiyên rêxistinê bi taybet bernama sala 2025`an yên saziya ECO`yê ku armancên saziyê plan darêştine û li civîna berê ya serokan li Îslam Abadê hatine pejirîn, hatin hilkolandin.

Wezîrê karên derve yê Îranê, li dawiya sefera xwe ya du rojî ya bo Tacîkistanê, berêvariya sêşemiyê, vegerya Têhranê.

 

Başa dön tuşu