ÎranIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rexneya Îranê ji bêdengiya NY li bara êrîşa DAIŞ`ê li ser ziyaretkirên îranî

Balyoz û nûnerê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li nameyekê ji bo sikritirê giştî yê vê saziyê xwest ku ev sazî li hemberî êrîşa têrorîstî ya vê dawiyê ya DAIŞ`ê li ser ziyaretkirên îranî bertekê nîşan bide.

Xulamhisên Dêhqanî balyoz û nûnerê Îranê li NY roja şemiyê bi şandina nameyekê ji bo sikritirê giştî û serokê dewreyî yê Konseya Ewlehiyê ya vê saziyê bal kişande ser viya ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsiyariya êrîşa bixwîn a roja pêncşemiyê li dijî ziyaretkiran girtiye ustiyê xwe û pêgirî kir ku dewlet û gelê Îranê dê hemî hêz û şiyana xwe ji bo têkbirina DAIŞ`ê û girêdayiyên wê û komên din ên têrorîst bi kar bînin.

Dêhqanî li vê nameyê bi bîr xistiye ku Îranê çaverêtî heye ku NY bi awayê herî bihêz vê êrîşa têrorîstî şermezar bike û bi taybet ji Konseya Ewlehiyê xwest ku erka xwe li warê pêkanîna kiryarên minasib û vebirr li hemberî karesata têrorîsmê pêk bîne.

Balyoz û nûnerê Îranê li NY li vê nameyê bi bîr xist: Êrîşa hovane ya têrorîstî ya vê dawiyêî û kiryarên din ên wek viya ku di encamê da bi hezaran mirovên bêguneh li Sûriye û Iraqê tên kuştin, berpirsiyariya me ji bo rakirina pêngavên bibandor sa jinavbirina van koman bi bîr dêxe.

Pêncşemiya buhurî di encama teqîna tankêreke ardûyê ku bombe têda hatibû danîn li benzînxaneya taxa El Şûmeliya bajarê Hileya navenda parêzgeha Babilê li başûrê Bexdayê derdora 100 ziyaretkirên Îmam Hisên (S) şehîd bûn û hejmarek jî birîndar bûn.

Hejmareke zêde ya şehîdên teqîna têrorîstî ya Hileyê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsiyariya wê girte ustiyê xwe, îranî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu