IraqNûçeRojhilatanavin

Amara NY li bara hejmara gorîbûna xelkê sivîl li tund û tûjiyên Iraqê

Wezîfedarê gihandina alîkariyê yê NY li Iraqê ragihand li encama kiryarên treorîstî, tund û tûjî û pevçûnên çekdariyê li iraqê li meha sibatê, herîkêm 392 kesên sivîl hatine kuştin û 613 kesên din jî birîndar bûn.

  Li gorî vê ragihandinê, hejmara  kuştiyên sivîl li meha Sibatê pêka  çilleyê ku 403 kes bû kêm bûye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Yan Kobîs nunerê taybet ê sekreterê giştî yê NY û serokê erkdariya gîhandina  alîkariyê yê NY li Iarqê li daxûyaniyekê gullebarana bi qest a xelkê sivîl ji aliyê terorîstên DAIŞê şermezar kir û kiryara hêzên ewlehiyê yên iraqî derheq şopandina terorîstan tevî hewldana  jibo herîkêmkirina  xisarên canî, eciband.  Yan Kobîş ragihand: Hêzên ewlehiyê yên Iraqê operasyona  xwe ya eskerî jibo azadkirina  beşên dine  Mûsilê ku di bin kontrola DAIşê de ye, berfireh kirine. Terorîstan jî cardinê êrişên xwe destpê kirine û bi êrişa ser xelkê sivîl hewl didin zexta ser  çeperên xwe kêm bikin.

Vî berpirsê NY diyar kir:Hewldanên  DAIŞê jibo lawazkirina viyan a gel û dewleta Iraqê işkest xwariye.

Li gorî raporeke din, Nezhan El-Xizir ji hêzên ewlehiye Iraqê roja înê ragihand, şêx Ebdulselam El-Hedîsî pêşnimêjê yek ji mizgevtên  rojava Iraqê, pênşemiyê şevê bi derba gulla êrişkirekî nenas li navça Amêriyê ya Felûcê hat kuştin.

Encama lêkolînên seretayî nîşan dide êrişkirê çekdar siwarê matorsaykela xwe bi demanca bêdeng êriş kir ser El-Hedîsî li nêzîkî mala wî li nava Amêriyê û piştî avêtina  sê gullan ji wir revî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu