NûçeRojhilatanavinSûriye

Ambara cebilxaneya têrorîstan li Hemaha Sûriyê hat vedîtin

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê nasyar bi SANA Newsê Yekşemiyê bi şev ji zarê rayedarekî leşkerî yê vî welatî ragihand: Artêşa Sûriyê li dergeha sereke ya bajarokê Herbinefseyê li derdora başûrê Hemahê bi dehan mayîn pûç kirin ku têrorîstan berioya derketina ber bi aliyê bakurê Sûriyê ewna danandibûn.

Vî rayedarên leşkerî her wiha got: Hêzên endazyariyê jî 10 bombe li dergeha hesinriya ku digihêje navenda bajarokê Herbinefseyê pûç kirin û dest danîn ser odeyên opêrasiyonê û çeperêîn têrorîstan li nêzikî hesinriya Hemahê bi dirêjahiya sê kîlomitran.

Wî her wiha got: Artêşa Sûriyê du baregehên serkirdeyên du komên têrorîst ên qaşo Gordana Heqê û Gordana Ensarê jî vedîtin û dest danîn ser wan.

Başa dön tuşu