NûçeRojhilatanavinSûriye

Ambara çekên çêbûyî li Amerîka û Rêjîma Siyonîst li Sûriyê hat vedîtin

Hêzên artêşa Sûriyê dema paqijkirina gundên derdora Quneytereyê li başûrê vî welatî, dest danîn ser hejamreka zêde ya çek û alavên pizişkî yên çêkirêî li Amerîka û Rêjîma Siyoîst.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê ji zarê ajansa nûçeyan a SANA Newsê, Artêşa Sûriyê dema paqijkirina navçeyên El refîd û Berîqeyê li Quneytereyê  hejmareka zêde ya mûşekên amerîkî ji cûreya TOW, rokêtavêja israîlî, gulleavêj û alavên din ên koma nasyar bi Kumsipiyan ji wan xwîna çêkirî vedîtin.

El Refîd û El Berîqe li nêzikî Golana Dagirkirî ne û artêşa Sûriyê hema wisa li halê paqijkirina navçeyên azadkirî li parêzgeha Quneytereyê ye.

Pêştir jî çek û muhîmatên çêkirî li Amerîka û Israîlê yên têrorîstan li navçeyên cûrbicûr ên Sûriyê ji wan parêzgehên Rîfa Şamê, Dera û Quneytereyê ji aliyê hêzên artêşa Sûriyê va hatibûn vedîtin û zevtkiirn.

Li gorî lihevkirina ku di navebra berpirsên sûrî û têrorîstan bi navbeynkariya Rûsiyê pêk hat, têrorîstên çekdar ji parêzgeha Quneytereyê li başûrê Sûriyê bo parêzgeha Idlibê li bakurê vî welatî hatin veguhestin.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.

Başa dön tuşu