NûçeRojhilatanavinSûriye

Şeytana mezin Amerîka: Heta Esed heye, Sûriye aram nabe

Nûnera Amerîka ya li Netewên Yekgirtî ragihand, heta Beşar Esad desthilatê de ye, ti egera cibicîkirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê tune ye.

Nûnera Amerîka ya NY Nikki Haley ji televîzyona CNNê re ragihand, ji planên Washingtonê, jinavbirina DAIŞ, dawîanîn pêgeh û destêwerdana Îranê ya li Sûriyê û danîna çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re ne.

Herwiha Nikki Haley tekezî li ser wê yekê jî kir: “Heta ku Beşar Esad li ser desthilatê be, ti çareseriyek siyasî li Sûriyê pêk nayê.’’

Li pirsa, siyaseta fermî ya Amerîka berve guhartina rêjîma li Sûriyê diçe? Nikki Haley got, gelek bijarde li pêş welatên wê hene.

Li ser pirsa, ma Amerîka dê ji piştî lêdana firokxaneya Şuayrat a Sûriyê, ti gavine din bajêje, Nikki Haley got: “Heger hat xwastin, Amerîka dê ji wê bihtir bike. lê ew pirs bi karvedanên navdewletî ve girêdayî ye.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu