Dewleta Amerîkayê, firotina cetên cengî yên vî welatî bo Qeter, Kuweyt û Behrêynê pejirand.
Li gorî rapora Reuters`ê, çavkaniyên agehdar ragihandin Amerîkayê roja çarşemiyê ragihand, firotina balafirên cengî yên ku kompaniya Boing`ê, çê kirine ji bo Kuweyt û Qeterê bi qasî 7 mîlyard dolarî û firotina balafirên cengî yên ku kompanya Lakhîd Martîn`ê çê kirine bo Behrêynê bi qasî zêde ji mîlyardek dolarî, pejirandiye.
Vê çavkaniyê ragihand, rayedarên amerîkî agehdarkirina qanûndaneran a bi awayekî nefermî li bara firotina 36 cetên cengî yên F- 15`an ên ku kompanya Bûyîng`ê ew çê kirine bo Qeterê û bi qasî nêzî 4 mîlyard dolarî û 28 cetên cengî yên Sûper Horent a F- E18`an (F/A- 18E/F), û hin bijareyên ji bo 12 cetên din bo Kuweytê bi qasî nêzî 3 mîlyard dolarî, dest pê kirine.
Ew herwiha li bara bernameyên ji bo firotina 17 balafirên cengî yên F- 16`an kû kompanya Lakhîd Martîn`ê çê kirine bo Behrêynê, ji bilî modern û nûjenkirina zêde ji 20 balafirên din ên cengî, agahî dane qanûndaneran.
Her dema ku pêvajoya 40 rojî ya nefermî ya agehdarkirina qanûndaneran bi dawî were, wê ev peyman bi awayekî fermî werin ragihandin.
Qanûndanerên amerîkî, 30 rojan derfet hene firotina van balafiran bipejirînin an red bikinragihînin.
Koşka Sipî hewl dide, peywendiyên xwe yên bi hevgirtiyên xwe yên li Kendava Farsê ku dil hene şiyanên xwe yên çekdariyê jorda bibin, xurt bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)