ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr serleşkir Etaullah Salihî fermandê giştî yê artêşa Îranê: Emerîka dijminê sereke yê gelê Îranê û gefek jibo hemî gelên navçê da zanîn

Emîr serleşkir Etaullah Salihî fermandê giştî yê artêşa Îranê roja duşemiyê li mersima xatirxawstina emîr sertîp Ehmedriza Pûrdestan û nasandina  emîr sertîp Kiyûmers Heyderî fermandên berê û nû yên hêza bejahiyê yên artêşê li Têhranê got : Di salên derbasbûyî da Îranê bi caran li bara siyasetên Emerîkayê, kuştin  û xopanên ku îro li welatên navçê diqewimin hişyarî dabû welatên navçê.

Emîr serleşkir Salihî bal kişand ser vê yekê ku Emerîka qet nikare bi Îranê re hevaltiyê bike û destnîşan kir: Hebûna rêberekî zana û karayîya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê hêza zordariya Emerîkayê li dijî Îranê ji nav biriye lê gişt dizanin ku ev dijmina li dû derfetkê ye ku derbê li Komara Îslamî ya Îranê bide.

Fermandê giştî yê artêşa Komara Îslamî ya Îranê parvekirin û hilweşandina welatên navçê ji wan Iraq, Sûriye û Yemenê armanca siyasetên  Emerîkayê li babeta birêxistina şerên bi wekaletê li navçê da zanîn û ragihand: Ev plana yê işkestê bixwe û grûpa terorîst a DAIŞ`ê di pêşerojê de ji nav here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu