IraqNûçeRojhilatanavin

Amerîka bi dû şerê mezhebî li Iraqê ye

Serokê partiya Umet a Kuweyîtê got: Amerîka bi dû şerê mezhebî li Iraqê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Şeûn Xelîce; Hakim El-Metîrî rêberê partiya Umeta Kuweytê îro şemiyê destnîşan kir; Hêzxurtên navnetewî û navçeyî bi dorpêçkirina xelkê ereb û çêkirina şerê mezhebî dinav wn da mijar bona dagîrkirina welatên erebî serrast kirine.

Wî got: Amerîka û welatên rojavayî heta wê derê ku ji destê wan bê pê çêkirina şerê mezhebî dinav aliyên siyasî li welatên misilman û bi behre girtina ji terorîstan ew niyetên xwe ku kuştina misilmanan e, li pratîkê cih tînin û hewcetî bi dagîrkirina rasterast a van welatan tune.

Hakim El-Metîrî destnîşan kir; Amerîka, Erebistan û birek ji welatên derûdora Kendava Farsê pê piştevaniya abûrî û eskerî ji terorîstan rê bona dagîrkirina welatên navçê serrast dikin.

Wî bal kişande ser operasiyona mezin a artêşa Iraqê dijî terorîstan li Felûcê û ragihand: Operasiyona artêşa Iraqê li Felûcê, şerê dijî terorîstan û şerê dijî dagîrkeriya Amerîkayê ye û ev rastiya bi zûtî dê eşkera bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu