NûçeRojhilatanavinSûriye

AMERÎKA BI ÊRIŞA ŞAYRATÊ ZIRAR LI XWE KIR

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: Tirkiye ji bo hevdîtinên Astana yên pêşerojê daxwaza civîneke veşartî li Tehranê kir. Hikûmeta Tirkiyeyê muhtemelen ji bo ku pozisyona wê neyê zanîn daxwaz ji organîzatoran kir ku çapameniyê negirin hûndir.”

Li gorî zanyariyan civîna ku Tirkiyeyê daxwaz kiriye berî hevdîtinên 3 û 4ê Gulanê yên Astanaya Kazakistanê di 18 û 19ê Nîsanê de li Tehranê bikin.

‘AMERÎKA BI ÊRIŞA ŞAYRATÊ ZIRAR LI XWE KIR’

Faysal Miqdad di berdewamiya axaftina xwe de êrişa Amerîka ya li dijî baregeha hewayî ya Şayratê jî nirxand û got: “Rêvebiriya Donald Trump bi vê êrişê zirar li qîmet û rêzdariya xwe kir.”

‘ME BAWERIYA XWE YA BI DE MISTURA WINDA KIR’

Miqdad di dirêjiya axaftina xwe de got: “Ev demeke dirêj e em behsa mijara windakirina baweriya bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura dikin. Lê hetanî ew nûneriya Neteweyên Yekbûyî bike em ê hevkariya xwe ya pê re bidomînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu