ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Birûcêrdî: Îran piştgirîyê dide tifaqa netewî ya Libnanê

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Îran piştgirîyê dide tifaqa netewî ya Libnanê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elaedîn Birûcêrdî, serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û taxima ligel wî da, roja sêşemê li duyemîn roja serdana xwe bo Libnanê, bi Temam Selam serokwezîrê vî welatî ra hevdîtin pêk anî û bi wî ra li bara alogurên dualî û alûgurên navçê gotûbêj kir.

Birûcêrdî piştî vê hevdîtinê li koma nûçegihanan li koşka serokwezîrtîya Libnanê bibîr xist: Bi Temam Selam ra li bara pêşeroja peywendîyên dualî û hevkarîyên baş di gişk waran da gotûbêj pêk anîye.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê her wiha got: Di vê hevdîtinê da, alûgurên curbicur ên navçê ji wan yên Iraq û Sûrîyê, derbeya serneketî ya Tirkîyê û rêketinama Kemp Dêyvîdê ku jibo lihevanîna Misrê û Rêjîma Sîyonîst hat wajokirinê, hatin hilkolandin.

Birûcêrdî pêkutî kir: Di vê hevdîtina ligel Temmam Selam da li bara kiryarên enqesd ên vê dawîyê yên rêjîma siûdî jibo asayîkirina peywendîyên sîyasî ligel Rêjîma Sîyonîst ku dijminê sereke yê umeta ereb û islamî tê hesêb, mixabinîya xwe dîyar kirîye.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê her wiha got: Mixabin roja îro Fiilstîn wek dosîya bingehîn a umeta ereb û islamî bi hegera sazişnama Kemp Dêyvîdê û hewldanên din jibo asayîkirina peywendîyên ligel Rêjîma Sîyonîst li ber gefê ye.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê jibo serdaneke durojî û hevdîtina ligel rayedarên libnanî duh ligel taximekê giheşte Bêyrûtê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu