ÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîka çawa ji Bûkemal hat derxistin dê ji Reqayê jî were derxistin

Şêwirmende Seyyid Îmam Elî Xaminêyî dibêje, Îranê çawa bajarê Bûkemal yê Sûriyê ji destê Amerîka û DAIŞê derxist dê Reqayê jî ji Amerîka bistîne!

Elî Ekber Vilayetî di konferansekê de li Tehranê axivî û behsa rewşa Sûriye û Iraqê kir.

Elî Ekber Vilayetî, Amerîka bi wê yekê tohmetbar kir ku DAIŞê çêkir da ku rûyê îslamê reş bike û bi DAIŞê li Îranê bide lê bin ket.

Vilayetî da xuyakirin ku Îranê çawa bajarê Bûkemal yê Sûriyê ji destê Amerîka û DAIŞê derxist dê Reqayê jî ji destê Amerîka derxîne û got, Amerîka li Sûriyê 12 navendên serbazî vekiriye û dixwaze 10 hezar serbazên xwe li wir bicîh bike lê divê Amerîka bizane ku çawa ji Bûkemal hat derxistin dê ji Reqayê jî were derxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu