CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Amerîka dixwaze Libyayê weke sînorê Osmanî bike 3 perçeyan

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardin a Îngîltereyê ku dispêre berpirsekî paye bilind ê amerîkî, Amerîka dixwaze Libyayê weke sînorê Osmanî bike 3 perçeyan.

BBC Tirkî di nûçeya xwe ku sparte rojnamevan Stephane Kirchgaessner û Julian Borger de cîgirê Serokê Amerîkayê Sebastian Gorka di hevdîtina xwe ya dîplomatekî ewropî de li ser peçeteyekê nexşeya Libyayê xêz kiriye û pêşniyar kiriye ku Libya bibe 3 perçeyan.

Li gorî planê, Trablus û Tobruka ku peravê wê bi deryayê re heye û li ser Trablusgarbê ve ye herêmek, Sirenakya herêma duyemîn û Fizan jî ku sînorê wê bi welatê Çadê re jî heye dê bibe herêma sêyemîn.

Sebastian Gorka hewl dide bibe nûnerê taybêt ê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Libyayê û bi nêrînên xwe yên dijî Îslama radîkal tê naskirin.

Li Libyayê piştî mudaxeleya Amerîkayê ya sala 2011an ku serokê wî welatî Muammer Kadafî pêşî hat girtin û paşî ji terefê çalakvanan ve hatibû kuştin, hê jî şer û pevçûn bi dawî nebûne. Li gorî pisporên ku ji The Guardianê re axivîne heke Libyay were perçekirin şer û pevçûnên ji bo kanayên petrolê wê dijwartir bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu