NûçeRojhilatanavinSûriye

Zêde ji 5 hezar sivîl ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê li Helebê revîne

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku bi piştgiriya navenda şopandina agirbesa Rûsyayê, 5 hezar û 629 sivîl ji herêma dorpêçkirî ya Helebê veqetiyan.

Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna xwe ya çapemenî de ragihand ku bi piştgiriya navenda şopandina agirbesê ya Rûsyayê li Sûriyê di nava 24 saetên dawî de 2 hezar û 855 jê zarok bi tevahî 5 hezar û 629 sivîl ji herêma dorpêçkirî ya Helebê veqetiyan.

Îgor Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Heta niha Amerîka, Brîtanya, Fransa û Neteweyên Yekbûyî di van 2 rojên dawî de tu alîkariyeke însanî negihandin 90 hezar kesên ji Helebê.”Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berê dema ku rojhilatê Helebê di destê çekdaran de bû şêwirmendê Staffan De Mistura, Jan Egeland, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya û saziyên din îsrara gihandina alîkariya însanî dikirin, lê niha hemû xwe bêdeng dikin. Li Helebê di nava 2 rojan de 90 hezar însan ji lepên çekdaran hatin rizgarkirin û van ji bo alîkariyê tu pêşniyarek nekirin.” Berdevkê wezareta parastinê ya Ûrsêtê di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo gihandina alîkariya însanî ya herêmên ku ji milîtanan hatine paqijkirin hemû şert û mercên ewlehîyê hatine sazkirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu