AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Balyozê Îtalyayê li Têhranê: Îran şirîkê pêbawer di warê teknolojiyê ye

Balyozê Îtalyayê li Têhranê, Komara Îslamiya Îran şirîkkekî pêbawer di warê teknolojiyê da zanîn.

Maoro Konçatorî, balyozê Îtalyayê li Îranê, roja çarşemiyê li Civîna Navneteweyî ya Birêvebirina Teknolojiyê li Têhranê got, xwendekarên îranî yek ji civakên herî mezin ên ji hêla çawanî û hejmarê li zanîngehên Îtalyayê ne.

Maoro Konçatorî, destnîşan kir mijara veguhestina xwendekaran ku li hevdîtina vê dawiyê ya wezîrê zanista Îranê bi hevtayê xwe li Îtalyayê raber bûye, li pêkanîna peywendiya du welatan a di warê zanist û teknolojiyê girîng e.

Sefîrê Îtalyayê li Têhranê, herwiha got Îran û Îtalya, berbuhuriyeka baş di warê çandî, zanistî û teknolojiyê hene û dewlet û gelên du welatan dikarin di vî warî de bi hev re hevkariyê bikin.

Civîna Navneteweyî ya Birêvebirina Teknolojiyê ku ji roja çarşemiyê va li Têhranê karê xwe dest pê kiriye, îro pêncşemiyê wê karê xwe bi dawî bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu