LubnanNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna dengdana berpirsên birêxistina hilbijartina parlemanî ya Lubnanê

Dengdana berpirs û birêveberên birêxistina hilbijartina parlemanî ya Lubnanê îro pêncşemê li 29 navendên dengdanê birê ket.

Li gor rapora ajnasa nûçan a IRNA`yê, Erkantiya navendî ya hilbijartina parlemanî ya Lubnanê li daxûyaniyekê ragihand: Dengdana 14 hezar  berpirs û birêveberên birêxistina hilbijartina parlemanî ya vî welatî  ji îro sibê  li 29 navendên dengdanê birê ket û heta saet 19 dê berdewam be.

Hilbijartina parlemanî ya Lubnanê gor mînaka Radeyî birê dikeve û gor vê pilanê her eşîretek yan nêhrînek gor hrjmara xelkê ku li vî welatî dijîn nûnerek xwe heye.

Qunaxa ewilêye hilbijartina parlemanî ya lubnaniyên ku li derve ji vî welatî dijîn 28 Nîsanê li şeş welatên Mîrnişînên erebî, Uman, Erebistan, Qeter, Kuwêyît û Misrê birê ket.

Qunaxa dudyane hilbijartina parlemanî ya Lubnanê bona welatiyên vî welatî ku li Kanada, Amerîka, Ustiraliya, Sahêlê Ac, Nîciriye, Brizîl, Brîtaniya û Fransayê dijîn li yekşemê û duşemiya bihurî birê ket.

Hilbijartina seranserî ya Lubnanê jî yekşemiya tê 9 Gulanê dê birê keve.

Başa dön tuşu