NûçeFilistînRojhilatanavin

Amerîka hewil dide berxwedana çekdariyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê rawestîne

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: ”Amerîka hewil dide berxwedana çekdariyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê bi dawî bîne.”

 “Hazim Qasim” got: “Zêrevan û nobedarên Mizgefta Eqsayê bûne berbendek ser rêya cihanîna planên siyonîstan. Eva di halekî de ye ku Rejîma dagirkir hewil dide Quds û Mizgefta Eqsayê bike navenda cihûyan.”

Qasim her wiha got: “Em kiryara hemî aliyên ku operasyonên vê dawiyê yên Qudsê şermezar kirin, red dikin ji ber ku ev operasyon bersiva normal li hember cinayetên Rejîma dagirker bû.”

 Hazim Qasim bal kişand ser seferên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî bo erdên dagirbûyî û got: “Amerîka di halê hewildana bo rawestandina berxwedana çekdariyê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê ye, lê ciwanên şoreşgêr, hesabên Rejîma dagirkir li hev xistin.”

 Bertdevkê HAMAS`ê got: “Berxwedan li Xezeyê, çavdêriya alûguran dike û ‘Şûrê Qudsê’ tim bo berevaniya ji Quds û Mizgefta Eqsayê ji kalanê derketiye û ‘Tabûrên El-Qessamê’ bona berevaniya ji gelê Filistînê yê mîna şûreke tûj û mertaleke xurt bimîne.”

Başa dön tuşu