IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê dibe Hewlêrê

Piştî wê ku serokomarê Amerîkayê ragihand ku ev welata li warê têkbirina DAIŞê li Sûriyê bi ser ketiye, Koşka Sipî qala destpêbûna derketina hêzên amerîkî ji Sûriy kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Berpirsekî wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pêntagon) ji kanala amerîkî ya El Hure ra got: Du hezar û 130 kes ji hêzên yekîneya taybet a Amerîkî di rojên tê da dê terka axa Sûriyê bikin û wê li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê bi cih bibin.

Vî berpirsê amerîkî her wiha got: Derketina ji Sûriyê di qonaxa din da, baregeha El Tenef û navçeya 55ê bigire ber xwe û ev derketin renge bi qasî 100 rojan dem bibe.

Sar Sendêrz, Berdevka Koşka Sipî jî got: Amerîka û hevpeymanên wî welatî amade ne ku heke pêwîst be, jibo bertevaniya ji berjewnediyên welêt, careka din di hemî waran da bikevin tevgerê.

Sendêrzê destnîşan kir: Serketinên ku li hemberî DAIŞê hatin bidestxistin, bi wateya bidawîhatina çalakiya hevpeymaniya navneteweyî jibo şerê dijî vê komê nîne.

Koşka Sipî destnîşan kir: Waşîngton û hevpeymanên wê dê hewildana bi hev ra “Bi mebesta qutkirina destê têrorîstên zêdegav ji piştevaniya abûrî û amûrên ku renge rê bide wan bikevin nav sînorê Amerîkayê” bidomînin.

Trump pêştir di Twittera xwe da ragihandibû: Me DAIŞ li Sûriyê têk bir û ev tenha hegera hebûna me li axa vî welatî di serdema serokomartiya min da bû.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihandiye ku Koşka Sipî ji wan xwestiye da ku planekê jibo derketina tam a hêzên amerîkî ji Sûriyê amade bikin.

Başa dön tuşu