İslami Davet Kurdi Bange İslami

Amerîka milyardek dolar çek û sîlah difiroşe Erebistan û Kuweytê

Wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagonê) duh ragihand ku li çarçêva bihêzkirina welatên hevpeymanên Amerîkayê li devera Kendava Farsê bi zûtî Amerîka bi bihaya milyardek dolar çek û sîlah difiroşe Erebistana seûdî û Kuweytê.

Li gor rapora AFP (FrancePress) Pentagonê duh li daxuyaniyekê ragihand ku li gor pêvajoya îdarî bona firotina çek û sîlahan wê bi van zûtiya wezareta derve ya Amerîkayê ji Kongereyê bixwaze ku firotina 10 balonên şopandinê û çavdêriyê ku karistana Lakhid Martin ew çêkirine û herwiha dezgeh û wesayîtên perwerdehiyê yên wan balonan bipejirîne.

Bihaya van balonan ku îmkana çavdêrî û sîxoriyê ji jor de pêk tînin 525 milyon dolar e.

Waşîngtonê diyar kiriye ku bi bihêzkirina hevpeymanên xwe yên navçê ji wan Erebistanê armancên siyaseta xwe ya derve û ewlekariyê dişopîne.

Pentagornê herwiha hêvîdariya xwe diyar kiriye ku Kongera peymana nûjenkirina helîkopterên Apaçî yên Artêşa Kuweytê ku bihaya wê 400 milyard dolar e bipejirîne.   (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version