Amerîka perwerdeya leşkerî ya cidatîxwezên Îranê dest pê kir
Serkirdeyê komeka terorîst û cidatîxwez a Îranê, ragihand ku karzanên leşkerî yên welatên rojavayî, hêzên wê perwerde dike.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars`ê, Husên Yezdanpenah ku wekî serokê koma terorîst a PAK`ê tê nasîn, li hevpeyvîna bi Assocciated Press`ê re, li xwe mukur hat ku hêzên ser bi wî, çawaniya karê bi çek û madeyên teqandinê ji karzanên leşkerî yên amerîkî û ewrûpî hîn dibe.
Serkirdeyê PAK`ê, di vê hevpeyvînê de desnîşan kiriye ku ev hînkarî li Sûriyê û bona şerrê dijî DAIŞ`ê cih tîne, lê di eynî demê de bi awayekî aşkeralji xwe mukur hatiye ku PAK wê êrişa ser armancên ku li Îranê kifş kirine bidomîne. Yezdanpenah li ser çawaniya perwerdekirinê jî gotiye kukarzanên amerîkî di navbera mehên Adar û Îlonê de, li navçeya Kerkûka Iraqê , li sê dewrên cida ji hev hêzên PAK`ê perwerde kirine.
Rayedarên payebilind ên berevaniya Amerîkayê li berteka li hember vê nûçeyê gotine ku hêzên gelanî yên Iraqê tenê bona şerrê dijî DAIŞ`ê perwerde dikin û ev hêzane çekên pêwîst ên ji bo şerrên lezgîn, werdigirin û pirr dûr e ku çekên amerîkî ji bo pevçûnên din bi kar bînin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)