ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Libnan, sîmbola berwedan û serketinê li navçê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, Libnan, sîmbola berwedan û serketinê li navçê, da zanîn.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasiya medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê ku çûye Libnanê, îro sêşemiyê li koma dîplomat û berpirsên saziyên îranî yên li Libnanê got: Rola Hizbullah a Libnanê û rêberê berxwedêr ê wê Seyîd Hesen Nesrullah, wekî sîmbola berxwedanê, sedemên şanaziya navçê ne.

Zerîf bal kişand ser girîngiya Libnanê û alûgorên wê yên li navçê û herwiha got: Kombûna aliyên libnanî û hevhatina siyasî ya ku di vî welatî de jibo bijartina serokkkomar, bi dest ket, bûyereka girîng e ku ji bilî xwestek û vîna xelkê û hemî kom û aliyên curbicur, bi dest neket.

Wezîrê karên derve yê Îranê, herwiha bal kişand ser vê yekê ku xelkê mezlûm ê Yemen û Sûriyê, berdêla lîstika xirabker a siyasî ya hin welatên navçê didin û got: Lihevkirina Navokî, ji bo Îranê hêz û qawet bi xwe re neanî belkî berbendên li ser riya hêz û qaweta Îranê dan wêde û her ji ber vê yekê hin welat ji ber vê rewşa nû, nîgeran û bi hêrs in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu