CîhanEwropaNûçe

Amerîka, tank û wesayîtên zirxî dişîne Polonyayê

Berdevkê Wezareta Parastin a Amerîkayê Peter Cook di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tank û wesayîtên zirxî yên aîdî Amerîkayê wê li Baregeha Keştî ya Bremerhavena Almanyayê werin daxistin û ji wir jî bi rêya hesin di çarçoveya bernameya piştigiriya welatên Ewropa yên Rojhilat ku tevlî Înîsîyatîfa Ewle ya Ewropayê (ERI) bibin wê sewkî Polonyayê bikin.

Înîsîyatîfa Ewle ya Ewropayê (ERI) di sala 2014an de hat destpêkirin û bi îdîaya ku Rûsya di sala 2016an de êrişî endamên tifakê yên Ewropaya Rojhilat dike bergirî tê girtin.. Wezareta Parastin a Amerîkayê jî ji bo budçeya ERI ya sala 2017an milyarek û 700 milyon dolar pere veqetand. NATO, plan dike ku hetanî meha gulanê 4 hezar leşkeran li welatên Baltikê bi cih bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu