NûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka û Ewropa qeyrana li Sûriyê gurrtir dikin

Nûnerê Sûriyê li NY’yê got: Amerîka, Inglîz û Firansayê ser rêya her cure hewildana bo kutakirina qeyranê li Sûriyê berbendan çêdikin. Nunerê dayîmî yê Îranê li NY’yê jî, dizîna çavkaniyên siruştî yên gelê Sûriyê bi taybet berhemên niftê li navçeyên bin kontrola hêzên biyanî şermezar kir.

 Besam Sebax, Nûnerê Dayîmî yê Sûriyê li NY’yê boykotên zalimane dijî Sûriyê rexne kir û got: Bêyî rakirina boykotên dijî Sûriyê, lidarxistina civînên Konseya Ewlehiyê Bê encam e.

 Besam Sebax li civîna Konseya Ewlehiyê bo hilkolandina rewşa aloz a Sûriyê, Amerîka û Inglîz û Firansa bi çêkirina berbendan ser rêya her cure hewildana ji bo kutakirina qeyrana Sûriyê tawanbar kirin û îdiayên welatên rojavayî derbarê hebûna îstisna û miafiyetên însanî di boykotkirina Sûriyê de pûç û bêbingeh da zanîn.

 Balyoz û Nunerê dayîmî yê Îranê li NY’yê jî dizîna çavkaniyên xwezayî yên gelê Sûriyê bi taybet berhemên niftê li navçeyênavçeyên bin dagirkeriya hêzên biyanî şermezar kir û teqez kir: Şerê dijî terorîzmê nabe ku bibe hincetek bo lawazkirina serweriya neteweyî û yekperçetiya axa Sûriyê.

 Emîr Seîd Îrewanî, Nunerê dayîmî yê Îranê li NY’yê di civîna Konseya Ewlehiyê derbarê Sûriyê de got: Şerta her cure rêçareya siyasî bo qeyrana Sûriyê, kutatkirina dagirkerîyê û vegeradina tam û tekûz a parastina serweriya neteweryî û yekperçetiya axê ya Sûriyê ye.

 Dîplomatê plebilind ê Komara Îslamî ya Îranê li NY’yê bal kişand ser vê yekê ku terorîzm her tim gefeke cidî ye dijî Sûriyê û hemî navçeyê û teqez kir: Mayîna hêzên biyanî bi awayekî neqanûnî li hin beşên Sûriyê ku rewşeke baş û guncan bo xebatên terorîstî pêk aniye, divê demlidest were rawestandin.

 Qeyana li Sûriyê ji sala 2011’an va bi êrişa berfireh a komên terorîsî ku ji hêla Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan va ji bo guhertina hevsengiyên navçeyê ser qezanca Rejîma Siyonîst dest pê bû.

Başa dön tuşu