NûçeRojhilatanavinSûriye

Amerîka û Fransayê çek û sîlahên nû şandine Sûriyê

Amerîka û Fransayê bona piştevaniya ji hêzên xwe li nav axa Sûriyê çek û sîlahên nû şandine parêzgeha Reqayê li bakûra vî welatî.

Li gor rapora IRIB Newsê, medyayên sûrî pêncşemêşev ji zarê bingehên xwecî ragihandin ku 7 kamyonên amerîkî û fransî ku tijî çek û sîlah bûn û ser wan hatibû pêçyan duh pêncşemê gihêştine bajarê El-Tebqayê li rojavaya Reqayê.

Bingehên xwecî ragihandine ku çaxê gihêştina van kamyonên tijî çek û sîlah ber bi balafirgeha eskerî ya El-Tebqayê , hêzên Sûriya Demokratîk skorta van kamyonan bûn.

Amerîka û Fransayê bi mihana şerê dijî grûpên terorîstî bi curekî neqanûnî û bêyî îzna dewleta Şamê eskerên xwe birine nav axa Sûriyê.

Gor raporên fermî, Amerîka û Fransayê heta niha bi milyardan dolar çek û sîlah dane terorîstan.

Başa dön tuşu