İslami Davet Kurdi Bange İslami

Amerîka û Rûsya li dor Sûrîyê komdibin

Kombûnên Rûsya û Amerîka derbarê Sûrîyê, heftîya bê destpê dikin û çekên kîmyayî wê mijara serekî ya kombûnan bin.

Mîxayêl Bogdanov, cîgirê wezîrê derve yê Rûsya ragîhand; nûnerên Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekgirtî, li heftîya bê wê li bajêrê Cinêv li Swîsre derbarê bikar anîna çekên kîmyayî ji alîyê supayê Sûrîyê û êrîşên dawî yên Amerîka dijî supayên Sûrîyê, bhên guftugo kirin.

Navhatî got jî: şerê dijî hemû komên terorê ku Daiş û Nusre jî di nava wan dane û herwesa çewanîya gihandina alîkarîyên mirovî û derxistina sivîlan ji deverên dorpêçkirî, dê bên gotubêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version