ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê: Şehîdên parêzvanên Heremê şanaziya hemû gelê Îranê ne

Malbatên 7 şehîdên komando yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê tev Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê hevdîtin pêk anîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina îro pêncşemê tev Malbatên 7 şehîdên komando yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê bilî qedrzaniya ji meqama bilind a şehîdan got: Ev şehîdana ne tenê ji bo artêş ku şanaziya hemû gelê Îranê ne.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kir; Hevjînên hinek ji van şehîdan li rêûrisma oxirkirina meytên van şehîdan gotinin anîne ziman ku em mirovên madî nikarin van gotinan fêm bikin.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî bal kişande ser viya ku eva hema ev şehîdên parêzvanên heremê bûn ku dijmin rastî işkestê anîn û destnîşan kir; Eger pêşiya pîlangêr û xêrnexwazên ku bûne darê destê Amerîka û seyonîstan li herema Hezreta Zêyneb(s) nedihate girtin, paşê diviya ku me li Têhran, Fars, Xurasan û Îsfehanê li ber wan bisekinîna.

Şehîdên parêzvanê herema Hezreta Zêyneb(s) li Sûriyê şehîd bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu