CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavin
Amerîka wê hêzekê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (PENTAGON) ragihand merîka hêzeke din a leşkerî wê bişîne Erebistana Siûdî û Îmaratê.
Wezîrê Berevaniyê Amerîkayî Mark Esper li aşkere kiribû Serokê Amerîkayê Donald Trump, şandina hêzên Amerîkî bo wan herdu welatan erê kir û dê ew ji bo berevaniyê li wir bin.
Herwiha Esper da zanîn ku Amerîka van hêzan dişîne li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Îmaratê berevaniyên wan ên esmanî û mûşekan.
Li aliyê din Serfermandarê Amerîkayê General Joseph Dunford jî doh înê gotibû ku biryar e berferehiyên şandina van hêzan dawiya vê heftê bêne gotûbêjkirin û hefteya bê werin belavkirin.