NûçeRojhilatanavinSûriye

Riyad Hedad: “Kurd parçeyek ji gelê Sûriyê ye û jê venaqete”

Riyad Hedad li Konseya Federasyona Rûsyayê axivî û got: “Kurd parçeyek ji gelê Sûriyê ye û jê venaqete. Weke welatiyên din ên Sûriyê, mafên wan û berpirsyariyên wan hene. Weke ku hûn jî dizanin, gelek netewe û mezhebên welatê Sûriyê heye û welatiyên wê jî di bin banê şert û mercên wekhev de dijîn.”

Hedad amaje bi wê yekê kir, li Sûriyê hin hêzên dînî û navdewletî hene ku hewl didin hin herêmên Sûriyê serbixwe bikin û got: “Lê belê piraniya kurdan, li dijî hemû dabeşbûnên weke federalî û kontonan disekinin. Ji ber vê yekê, em her gav tînin ziman ku hêza Sûriyê dikare vê krîzê bi tena serê xwe û bêyî destwerdana derve çareser bike û ji bo vê yekê jî her dem amade ye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu