NûçeFilistînÎranRojhilatanavin

Reîsî: Serkeftina dawî ya gelê Filistînê sozeke îlahî ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peywendiya telefonî bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, serkeftina dawî ya gelê Filistînê sozeke îlahî da zanîn.

Seyîd Îbrahîm Reîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li peywendiyeke telefonî bi Ziyad Nexale”Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê re, silavên dewlet û miletê Îranê ragiahnd  gelê Filistînê û pîrozbayî li têkoşer û Hêzên Berxwedana  Filistînê kir û got:

Tişta ku li Erdên dagirbûyî û di şerê bi Rejîma dagîrker a Siyonîst de qewimî, di 70 salên derbasbûyî de bûyerek mezin û bêhempa bû û ev operasyona xuliqkarane û serketî birastî umeta Îslamê kêfxweş kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Rejîma Siyonîst ber bi lawazbûn û têkçûnê ve diçe û bereya berxwedanê qûçên serketinê bi dest dixe, destnîşan kir: Serkeftina dawî ya gelê Filistînê sozeke îlahî ye û gelê Îranê hertim li kêleka  gelên azadîxwaz  û netewên serbixwe û  do serî de gelê azadîxwaz ê filistînê ye.

Ziyad Nexale Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê jî li vê peywendiya telefonî  destxweşî ji piştgiriyên rêberê giranqedr, hikûmet û gelê Îranê ji gelê Filistînê  kir.

 Wî got ku ev rojên mimbarek û ev serketin dê bi hêz berdewam bin û gelê Filistînê dê  riya xwe ya berxwedanê bidomîne.

Başa dön tuşu