Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku bi mebesta piştgirîdana rêkeftina bi Koreya Bakur re, 2 tetbîqatên xwe yên bi Koreya Başûr re rawestand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê (Pentagonê) Dana White, “Ji bo piştgirîdana rêkeftina leşkerî ya li Singapurê Wezîrê mey ê Berevaniyê (James) Mattis ragihand ku di çarçoveya rêkeftina bi Koreya Bakur re 2 tetbîqatên xwe yên bi Koreya Başûr re rawestandin.”
Hat diyarkirin ku tetbîqatên leşkerî yên hatine rawestandin ‘Freedom guardian’ (Parastvanên Azadiyê) û bernameya guhertinê ya hêzên deryayî yên sê mehên pêşiyê ne.
White da xuyakirin ku ev gav ji bo piştgirîdana hevdîtinên dîplomatîk ên ku bi rêveberiyê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo birêve diçin û lê zêde kir: Biryarên dahatuyê dê li gorî helwesta Koreya Bakur werin avêtin.