AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîkayê 9 şirket û kes bi heceta veguhestina nifta Îranê bo Sûrîyê boykot kirin

Wezareta Xizînedarîya Amerîkayê di çarçova angaştên pûç dijî Îran, Ûrsêt û Sûrîyê da, 9 şirket û kesên îranî, ûris, sûrî û iraqî boykot kirin.

Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê di daxûyanîyekê da idia kir ku Nivîsgeha Kontrolkirina Darayîyên Derve ya vê Wezaretxanê şebekeyeke îranî-ûris ku destê wê di veguhestina neqanûnî ya niftê ji Îranê bo Sûrîyê da hebûye, nas kirîye û boykot kirîye.

Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê di dewama daxûyanîya xwe da bêyî raberkirina belgeyê idia kir ku dewleta Sûrîyê di berdêla wergirtina niftê da, bi sedan milyon dolar ji bo Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî dabîn dike ku paşê ew dirav digihêje destê HAMAS û Hizbullahê.

Wezareta Xizînedarîyê ya Amerîkayê berî vîya jî hin boykot ser saz û dezgeh û kesên têkildarî RÛsîye û Bereya Berxwedanê da sepandibûn.

Rûsîye û Bereya Berxwedanê ku ji Komara Islamî ya Îranê, Iraq, Sûrîye, Hizbullaha Libnanê û komên filistî pêk hatîye, roleke bingehîn di sekinîna li hemberî komplo û kiryarên mêhwera amerîkî-sîyonîst-seûdî li navçê da hene.

Başa dön tuşu