ÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna sedî 7 a tranzîta kelûmelan li Xuresana Rezewî

Rêveberê giştî yê rê û tranzîtê yê Xuresana Rezewî diyar kir: Asta veguhestna kelûmelan ji aliyê kamyonên parêzgehê li 9 mehên îsal pêka par sedî 7 zêde bûye.

Îbrahîm Nesrî roja çarşemiyê li gotûbêja  bi nûçegihanê IRNAyê re got : Li vê midehê sercem 20 milyon û 33 hezar û 709 ton kel û mel ji aliyê kamyonên  tranzîta Xuresana  Rezewî li asta parêzgehê  an bo parêzgehên din hatiye guhestin ku ev reqema  pêka par 18 milyon û 718 hezar û 2012a ton bûye.

Wî diyar kir: li vê midehê hejmara rêwiyên   ku ji aliyê sîstema  guhestina rêwiyan a parêzgehê  hatien guhestin sedî 4 zêde bûye ku ev reqema  15 milyon û 471 hezar û 740 rêwî bûne.

Rêveberê giştî yê rê û tranzîtê yê Xuresana  Rezewî destnîşan kir: Ji Tîrmehê ve amara  veguhestina  navxweyî ya kelûmelan ji aliyê sîstema  veguhestinê li parzêgehê nêzîkî sedî 12 zêde bûye ku li encama  çareserbûna  zama aborî û rewneq û geşatiya aboriyê li navçê  pêk hatiye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu