CîhanEwropaNûçe

Li Ermenîstanê parlamento ket

Parlimana Ermenistanê bo cara duyem li pey serneketina ji bo hilbijartina serokwezîrê vî welatî, hat hilweşandin.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Parlimana Ermenistanê roja Pêncşemiyê li pey serneketina ji bo hilbijartina serokwezîrê vî welatî, hat hilweşandin da ku bi vî rengî rê ji bo lidarxistina hilbijartina zûdem a parlimanî were xweşkirin.

Ev di rewşekê da ye ku Nîkol Paşîniyan heftiya bihurî dest ji posta xwe ya serokwezîrtiyê kişandibû, lê tenha berendam ji bo bidestxistina dubare ya vê postê bû ku nûnerên parlimanê dengê xwe nedanê.

Dora yekem a dengwergirtinê ji bo hilbijartina serokwezîrê Ermenistanê li parlimana vî welatî roja 24ê Cotmeha 2018an li vî welatî hatibû lidarxistin.

Hilbijartina zûdem a parlimanî ya Ermenistanê biryar e ku roja 9ê Kanûna 2018an were lidarxistin.

Nîkol Paşîniyan serokê berê yê Djberên dewleta Ermenistanê piştî çend hefteyan nerazîtiyên berfireh li dijî Partiya serdest a Komarxwaz, di meha Gulana 2018an da wek serokwezîrê Ermenistanê hatibû bijartin.

Paşîniyan bernameyeka nû ya dewletî raber kir û soz da ku hilbijartina parlimanî ya berwext li Ermenistanê li dar xîne.

Başa dön tuşu