ÎranNûçeRojhilatanavin

Amerîkayê dil heye Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê boykot bike

Amerîkayê dil heye bi boykota herî pirtir a Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê, pêvajoya tekdengiyê ya xwe û hevpeymanên xwe dijî Îranê bikemilîne.

Li gorî malpera rojnameya Washington Free Biken, Hin endamên Kongreya Amerîkayê û çalakên komeka lobiya dijî Îranê ji Mayk Pompêoyê wezîrê karên derve yê vî welatî xwestine ku dawî li siyaseta çendsalî ku rê li ber boykotkirina Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê bîne.

Vê koma zextê ya amerîkî ji Pompêo xwestiye ku bi her awayî dibe rê li ber belavbûna bernameyên  Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê li derveyî Îranê bigire.

Li ser esasa vê raporê, weşana li ser setlaytê ya bernameyên Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê berbendeka ciddî li ser riya berfirehkirina aloziyên hitmalî ye ku dewleta Amerîkayê û dijberan bala xwe dane ser.

Mêdyayan pêştir ragihandine ku Rêxistina Radyo û Têlêvîziyona Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2013an va ketiye bin boykotên Amerîkayê, lê hem Donald Trumpê serokomarê nha yê Amerîkayê û hem Barak Obamayê serokomarê berê yê vî welatî bo îmzekirina miafbûna boykotî ya her 180 rojan carekê, cihanîna van boykotan dane rawestandin.

Di dema hatina roja dirêjkirina vê mijarê di mha Çileyê da rojnameya Guardianê îdia kiribû ku Trumpi dil heye miafbûnên ji boykotan bona  îmze neke û boykotên dijî vê rêxistinê çalak bike.

Hewildana hin nûnerên Kongreya Amerîkayê ji bo girtin apêşiya belavbûna bernameyê  li halekî ye ku bernameyên kanalên dervesînorî yên vê rêxistinê li tevahiya welatên cîhanê bandor kiirne û serokên Amerîkayê weşana van bernameyan nahemilînin.

Vê demê 12 kanalên têlêvîziyonî û 24 radyo bi zimanên cûrbicûr ên gelên cîhanê li cîgirtina dervesînorî ya  çalak in.

Başa dön tuşu