AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Serokê Odeya Bazirganî, Pêşe, Meiden û Cotkarîya Têhranê got: Di 11 mehên buhurî da zêde ji 10 milyard dolarî sermayedanîna bîyanîyan li Îranê hatîye pejirandinê

Mesûd Xansarî Serokê Odeya Bazirganî, Pêşe, Meiden û Cotkarîya Têhranê got: Di 11 mehên derbasbûyî da zêde ji 200 deste û 80 wezîr ji welatên curbicur hatine Îranê.

Xansarî herwiha got: Bi dû seredana taximên aborîyê yên bîyanî li Îranê, hin peyman di warên derman, çêkirina alavan, polîmer û kîmyewî da hatine wajokirin û cihanînê.

Efrûz Behramî rêvebirê giştî yê nivîsgeha sermayedanîna bîyanî ya Wezareta Pêşe. Meiden û Ticareta Îranê jî midehekê berî niha got: Almanîya, Îtalîya, Spanîya bi awayê rêzê welatên pêşeng li warê sermayedanîna li Îranê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu